Çenteyê ku tê de bombe hebû û 100 metre ji avahiya Serokatiya Bajarê Wanê ya AK Partiyê dûr bû bi funyeyê hat teqandin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ekîbên polêsan ên ku li bajêr di dewriye de bûn li ser Kolana Hastaneyê kesekî ku jê ketin şikê xwestin bidin sekinandin.
Lê gumanbar guh neda hişyariya polêsan, ji wan reviya çenteyê ku pê re bû jî 100 metre dûrî avahiya Serokatiya Bajarê Wanê ya AK Partiyê avêt.
Li ser vê yekê ekîbên polêsan li derdorê tewdîrên ewlehiyê hildan û kolan ji çûn û hatinê re girtin û gazî ekîbên ku bombeyan îmha dikin, kirin.
Di lêkolîna ekîbên pispor ên ku di demeke kurt de hatin cihê bûyerê de derket holê ku di çente de teqemenî heye. Ekîbên pispor bi funyeya ku li ser çente bi cih kirin ve bombeyê îmha kirin.
Polêsan piştî teqînê perçeyên bombeya ku li derdorê belav bûn ji bo lêkolînê berhev kirin û birin Midûriyeta Ewlehiya Bajêr.
Cûreya teqemeniyê piştî lêkolînên ku bên kirin wê derkeve meydanê.
Ji bo girtina kesê ku çente avêt û di tariya şevê de reviya jî li bajêr operasyoneke berfireh dest pê kir.