Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez der barê êrîşa bi çek ya li Parîsê de wiha got: "Sembolên îslamî yên ku bi eşkere ji hêla van kesên ku ev çalakî kirine ve hatine bikaranîn çavxapandin e. Endezyarên çavxapandinê sembolên dînê me bi kujeran didin gotin û bi henekan aqilan dikin. Ne bi tenê bi aqilên misilmanan, bi aqilê raya giştî ya rojavayê re jî henekan dikin."
Gormez li Serokatiya Karên Diyanetê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê êrîşa Parîsê ya ku 12 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn de axivî.
Gormez got ku ev êrîş bi tenê li xebatkarên kovarê, Fransa, Ewrupa û Rojavayê nehatiye kirin û wiha dewam kir: "Ev êrîş li hemû mirovên dinyayê yên ku qîmetê didin aştiyê hatiye kirin. Ez ji wan mirovan yek, misilmanekî ku ji wî dînê ku qîmetê dide aştiyê û Serokê Karên Diyanetê yê ku berpirsyarê xizmetên dînê ya li Tirkiyeyê dixwazim bibêjim ku ez pir xemgîn im."
Gormez êrîş şermezar kir û wiha dewam kir:
"Baweriya me bi peyama aştiyê ya Xwedê heye. Baweriya me rêberên ku vê bangê digîhînin mirovahiyê hemû pêxemberan, Hezretî Mûsa, Hezretî Îsa û Hezretî Mihemed heye. Kesên ku vê êrîşa dijî mirovahiyê kirin, ên ku ev kes bi kar anîn û yên ku bi awayekî eşkere tê dîtin ku ev kes wek maşik bi kar anîn rêzê nîşanî Xwedê nadin. Ev kes ne girêdayî civakekî ne û ne jî baweriya wan bi dînekî heye. Kesên ku li Iraqê, Sûriyeyê û niha jî Fransayê pevçûnê zêde dikin, gelê sîvîl dikujin û mîrovan ditirsînin tu carê nikarin bi ser bikevin."
- "Ev nayê qebûlkirin"
Gormez destnîşan kir ku misilman nikarin tu carê çalakiyên terorê û tundiyê qebûl bikin û wiha got: "Berevajî vê di serî de îslam armanca hemû dînan ew e ku mirov bijîn. Divê hemû mirovahî çalakiyên wehşetê, tundiyê û kuştinan şermezar bike."