Li Silopiyê bombeyên ku bi destan hatine çêkirin avêtin mala du kesan û xweyê malekê rojnamevan e.
Li gor agahiyên ku hatin sitendin, kesên nenas li taxa Dîcleyê bombeyên ku bi desta hatine çêkirin avêtin mala Sebahattîn Koyuncuyê nûçegihanê Ajansa Xeberan a Dîcleyê û Î.Tyê ku di heman kuçeyê da rûdinê.
Di bûyerê da mirî û birîndar tunin lê belê di malan da xisar çêbû.
Ekîbên Ewlekariya Navçeyê ji bo derdestkirina kiryaran xebat dan destpêkirin.