ŞIRNAK
Ayhan Altok bû Midûrê Ewlehiyê yê Cizîra navçeya Şirnexê.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat bidestxistin, Ayhan Altok bû Midûrê Ewlehiya Cizîrê yê nû û dest bi wezîfeyê kir.
Ercan Demirê ku midûrê berê bû, di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dînk de hatibû girtin.
Midûrê Ewlehiyê yê Cizîrê Ercan Demirê ku di heyama kuştina Hrant Dînk de li Midûriya Şaxa Îstixbaratê ya Trabzonê amîr bû. Demir di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dînk de wek "gumanbar" îfade dabû û pişt re der heqê wî de biryara girtinê hat derxistin. Demir piştî ku hat girtin, ew anîn Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê.