BEXDA
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, li taxên cuda yên Bexdayê bi wesaîtên teqemenî barkirî û bi bombeyan 5 êrîş hatin kirin.
Di van êrîşan de bi tevahî 23 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran gelekî giran e û dibe ku hejmara miriyan jî zêde bibe.
Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşan hilneda stûyê xwe.