Muxalefet beşdarî dengdayînê nebû.
-Yanukovîç hat Parlementoyê-
Di dema dengdayînê de parlementeran bi hev nedikir û du, sê caran navber dan dengdayînê. Serokomar Vîktor Yanukovîç ji bo ku rêya lihevkirinê bibîne hat Parlementoyê.
Yanukovîç bi beşdarbûna Serokê Parlementoyê Volodimir Rybak û serokên muxalefetê civîn kir.
Pêşîkêşê Partiya muxalefetê ya Svobodayê (Azadî) Oleg Tyagnîbok, piştî ku rûniştina meclisê qediya daxuyanî da nûçegihanan û got qad dê vala nebin.
Di 19ê çileya paşîn de piştî mitînga Civîna Gel bûyeran dest pê kiribû û duh jî Serokwezîr Mîkola Azarov ji wezîfa xwe îstifa kiribû. Li ser daxwaza muxalefetê zagonên ku 16 çileya paşîn de hatibûn qebûlkirin betal kirin. Du roj in ku di meclisê de li ser efûya giştî lihevkirin çênebûbû û duh heta dereng hevdîtinan dewam kir û pişt re efûya giştî hat qebûlkirin.