Li New Yorka bajarê Amerîkayê tundiya polêsan a li ser reşikan bi beşdarbûna sedan kesî ve hat protesto kirin.
Xwepêşanê li Meydana Unîonê dest pê kir. Çalakvan heta Meydana Tîmesê meşiyan û tundiya polêsan a li giştiyê welêt protesto kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî "Heke edalet tune be, aramî jî tune" û "Polêsên kujer bigrin" hatin berzkirin.
Berdevkê çalakvanan Jamel Mîms ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li bajarê Fergusonê di meha tebaxê de polêsan ciwanekî reşik ê bi navê Mîcheal Brown kuştin. Ev jî sûcê sîstema ewlehiyê ya Amerîkayê ye.
Mîms wiha got: "Di vê sîstemê de ji bo ciwanan pêşrojek tune. Ji bo ku em bibêjin 'êdî bes e' em li vir in.
Çalakiya ku ji hêla koma bi navê "Koalîsyona 22ê cotmehê" hat lidarxistin îsal cara 19emîn hat li dar xistin.