Hat ragihandin ku li Girêreşa bajaroka Diyalayê pêşî li êrîşên DÎŞIyê birîn û kontrola herêmê kete destê Pêşmergeyan.
Berpirsiyarê Yekîneyên Pêşmergeyan ên li herêmê Ednan Hemê Mîna daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van du rojên dawiyê de êrîş nehatin ser bajaroka Girêreş a ku tirkmenên şiî lê dijîn.
Mîna destnîşan kir ku bombeyên di rexê rê û dorberê bajarokê de hatine bicîkirin paqij dikin û wiha axivî: "Artêşa Iraqê li Diyala û herêmên din li dijî milîtanên DÎŞIyê operasyonên berfireh da destpêkirin. Milîtanên ku ji şer direvin, tên herêmên ku di bin kontrola me de ne. Girêreş û Celewlayên bajarokên Diyalayê sînorê Pêşmergeyan in.