Li Fergûsonê çalakiyên ji ber biryara juriyê ku darizandina Darren Wîllson hewce nedît didomin.
Çalakvanên ku danê êvarê li ber Navenda Polêsan a Fergûsonê kom bûn edalet xwestin, dirûşmê berz kirin û Kolana Florrîssaîntê ji trafîqê re girtin. Ji ber vê tevgerê polês û cenderme derketin û tewdîrên ewlehiyê girtin, koma çalakvanan jî rê vekirin û çalakiya xwe li ser peyarêyê domandin.
Çalakiyê bi qasî nîv saetê dewam kir û paşê kom belav bû.
Li Amerîkayê ciwanekî reşik ê bi navê Mîchael Brown (18) bi destê Darren Wîllson ê ku polês bû hatibû kuştin. Juriya li Amerîkayê jî der barê vê bûyerê de biryar da ku ne hewce ye polês Wîllson bê darizandin. Ji ber vê yekê jî li seranserê DYAyê çalakiyên bi armanca ku bila polês bê darizandin tên lidarxistin.
Wîllson çend roj berê dest ji wezîfeya xwe berdabû û îstifa kiribû.