Koma duyemîn a yekîneyên pêşmergeyan a ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şand, derbasî Kobanê bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedaran hilda konvoya pêşmergeyan di bin kontrola ekîbên hêzên taybet û cendermeyan de li dera Yûmûrtalikê derbas bûn aliyê Sûriyeyê.
Hêzên ewlehiyê ji bo kişandina wêne, dîmen û şopandina pêşmergeyan hetanî sînorê navendê destûr da endamên çapemeniyê û ji wir wê de rê neda.
Hat dîtin ku di dema derbasbûna konvoyê de tewdîrên ewlehiyê yên li ser xeta sînorê zêdetir bûn.
Koma duyemîn a yekîneyên pêşmergeyan a ku HKIyê şand Kobanê bi balafireke taybet hatin Şanliûrfayê.
Balafira taybet a ku pêşmerge tê de bûn ji Balafirgeha Hewlêrê ya Navneteweyî rabû û saet di 18.30an de li Balafirgeha GAPê ya Şanliûrfayê danî. Pêşmegeyên ku ji balafirê peya bûn demek li balafirgehê sekinîn û piştî wî jî li otobusan siwar bûn û berê xwe dan Sirûcê.
Bi qasî mehek berê jî yekîneyeke pêşmergeyan a ku ji HKIyê hatin ji aliyê Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûbûn.