Şerê di navbera rêxistina terorê ya DÎŞI û hin komên kurd de, yê li Kobanêya (Eyn el- Ereb) bajarê Helebê berdewam dike.
Ev 3 mehin li herêmê şer berdewam dike.
Herwiha şideta şer carinan kêm dibe carinan jî şer gur dibe. Ji serê sibê vir ve, her du alî bi çekan gule berdidin hev du û dengê çekan ji Sirûca navçeya Urfayê tê bihîstin.
Firokeyên hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan DYA dike îro li herêmê ji bo kifşkirinê firiyan.
Tevdîrên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî didomin.