Birêvebiriya du kampên ku Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) li Iraqê ji bo penaberan çêkir, dewrî Walîtiya Dihokê kirin.
Serqonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam û Waliyê Dihokê Ferhat Ertûşî beşdarî merasima îmzeyê bûn. Bi protokola ku hat îmzekirin Kampa Konan a Şaryayê ya li Dihokê ya ku têrî 20 hezar kesî dike û Kampa Konan a Bersivayê ya ku 12 hezar û 500 kes dikarin lê bimînin, teslîmî Walîtiya Dihokê kirin.
Serqonsolosê Hewlêrê Înam di merasima dewirkirinê de axivî û got ku "Kampa Konan a Şaryayê û Kampa Konan a Bersivayê ya li navçeya Zaxoyê meha borî ji bo bicihbûnê hat vekirin. Ev her du kamp dê di bin kontrola Walîtiya Dihokê de bin. Me îro vir bi awayekî fermî dewir-teslîma her du kampan kir. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê re ji peymanên nivîskî wêdetir e."
Înam bi bîr xist ku ji roja ku pevçûnan dest pê kir heta niha Tirkiye hewl dide ku birînan biceribîne û da zanîn ku ji bo penaberên li Iraqê yên ku mecbûr man ku malên xwe biterikînin di bin kordînasyona AFADê de 600 tir arîkariya mirovahiyê şandin.
Waliyê Dihokê Ferhad Ertûşî jî got ku "Me îro bi awayekî fermî kampên ku Tirkiyeyê çêkirin, teslîm girt. Serokwezîr Ahmet Davutoglu meha borî Kampa Bersivayê ziyaret kiribû û em gelek kêfxweş kiribûn. Em ji ber arîkariyên wan spasiya hikûmeta tirkan dikin."
AFADê li Iraqê ji bo penaberên tirkmen, kurd, ereb, xaçparêz û êzdî du kamp ava kirin. Mezinahiya konên di kampê de 16 metrokare ye û di kampê de ji bo hewcehiyên wek beravxane, firaqşoxane, serşok û destavê konteynir hene.