SİİRT
Miftiyê Sêrtê Farûk Arvas der barê qeydên umreyê de daxuyanî da û got ku ji bo welatiyan bernameyên umreyê yên cur bi cur hene. Welatiyên ku bixwazin herin umreyê dikarin ji înternetê têkevin malpera Muduriyeta Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê ya Serokatiya Karên Diyanetê û li gorî xwe bernameyeke umreyê diyar bikin.
Arvas ragihand ku welatî dikarin bernameyên umreyê yên ku ji 7, 10, 14 û an jî 24 rojan pêk tên hilbijêrin. Arvas wiha dewam kir: " Bihayên bernameyên umreyê diyar bû. Li gorî bernameyan bihayiya umreyan di navbera 100 dolar û 985 dolaran de diguhare."
Her wiha Arvas got ku qefla ewil dê di 26ê kanûnê de bi rê kevin.