16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
MEKKE
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo hin hevdîtinên fermî bike li Erebistana Siûdî ye, li wir çû ziyareta Kebeyê û umreya xwe kir.
Erdogan li Medîneyê Mescida Nebewî ya ku qebra Hezretî Mihemed jî lê ye ziyaret kir û paşê bi balafireke taybet ve hat Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Evdilezîz a Ciddeyê.
Erdogan ji bo umreyê derbasî Mekkeyê bû û şev jî Mescida Heram ziyaret kir.
Erdogan û heyeta wî ewil Kebe tewaf kir û paşê di navbera girên Merwe û Safayê saya umreyê kirin.
Emîne Erdogana jina Serokomar, Sererkan Hulusî Akar, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Musteşarê Teşkîlata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan jî bi Erdogan re umre kirin.
Erdogan piştî umreyê çû Mêvanxaneya Qraliyetê ya Erebistana Siûdî.