30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
MEKKE
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ku ziyaretên fermî hatibû Erebistana Siûdî, li vir Ke'be ziyaret kir û umreya xwe kir.
Serokomar Erdogan li mêvanxaneya Qraliyetê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Evdilezîz a Ciddeyê kete îhramê û bi rêbejayê hat Mekkeyê.
Erdogan û heyeta bi wî re şev dereng Mescida Heram ziyaret kirin, dû re Ke'be tewaf kirin û di navbera Safa û Merweyê de saya umreyê kirin.
Emîne Erdogana jina Serokomar, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş jî umreya xwe kirin. Li ser fermana Qral Selman ji bo Erdogan û heyeta wî deriyê Ke'beyê hat vekirin.
Li bendê ne ku Erdogan û heyeta wî derbasî Medîneyê bibin û Mescida Nebewî ziyaret bikin.