Êrîşên rêxistina terorê yên DÎŞiyê yên li ser Kobanê, li Kerkûka bajarê Iraqê hatin protestokirin.
Hin saziyên civakî yên sivîl digel hin parlementeran li ber ofîsa Parlementoya Iraqê ya Kerkûkê civiyan û li vir êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanê şermezar kirin. Rizgar Hecî Hama li ser navê koma ku li dijî DÎŞIyê dirûşm berz dikir daxuyanî xwend. Hama bangî civaka navneteweyî kir û got ku ji bo li Kobanê jî wek qetlîama Enfal û Helebçeyê komkujî çênebe, divê demildest tewdîr bên girtin.
Parlementerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ala Talabanî jî axivî û got ku ji bo Kobanê ji destê DÎŞIyê bê xilaskirin, divê hêzên nawneteweyî alîkariyê bidin. Talabanî wiha berdewam kir: "Ji bo alîkarî ji ser Tirkiyeyê re bigihêje Kobanê em ji Tirkiyeyê alîkariyê dixwazin."
Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şahavan Ebdullah jî got ku ew dê wek parlementerên kerkûkî dengê Kobanê bigihînin civaka navneteweyî.
Kom piştî bûyerê belav bû û bûyer derneketin.