Berdevkê Rêveberiya Kantona Kobanê Mehmûd Beşar diyar kir ku DÎŞI li Kobanê li Girê Miştenûr, taxên Miktel û Kaniya Kurdan bi bandor e.
Beşar di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de got ku hêzên YPG û YPJê hemberî êrîşên DÎŞIyê yên li ser bajarê Kobanê ku ev 25 roj in bênavber didomin li ber xwe didin û wiha pê de çû: "Êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanê ev 25 roj in ku bênavber didomin. Hêzên me yên YPG û YPJê li hemberî van êrîşan li ber xwe didin. Êrîşên hewayî yên ku bi destê DYA û welatên koalisyonê ve li ser DÎŞIyê tên kirin di nav 48 saetên dawîn de gelek bi kêrî me û Kobanê hatin."
Ji bo bidestxistina Kobanêyê DÎŞI êrîşên xwe bênavber didomîne û Beşar jî bal kişand ser vê yekê û wiha dewam kir: "Ji bo ku DÎŞI ji tevahiya Kobanê bê derxistin ji bilî operasyonên hewayî operasyoneke bejayî jî lazim e. Di bin rêveberiya DYA û NATOyê de ev operasyona bejayiyê heke ku bê kirin wê bi kêr û çêtir be jî."
Beşar pêşniyaza Tirkiyeyê ya ku dixwaze li Sûriyeyê "herêma tampon" bê ava kirin jî bi bîr xist û diyar kir ku ew li hemberî vê hewlê ne.