ANKARA
Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu di hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re de gotiye ku "Di serî de 'Patrîot' arîkariyên ku NATOyê di vê pêvajoyê de dan girîng e."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hatin bidestxistin di hevdîtinê de Davutoglu û Stoltenberg di çarçoveya NATOyê de li ser geşedanên li Sûriye, iraq û herêmê sekinîn.
Davutoglu di hevdîtinê de destnîşan kir ku herêm ji heyamekê dijwar derbas dibe û da zanîn ku hemû pirsgirêkên ku divê NATO pê re eleqedar bibe rasterast Tirkiye an jî ciranên Tirkiyeyê jî eleqedar dike.
Her wiha hat ragihandin ku Davutoglu gotiye ku "Di serî de 'patrîot' piştgiriya ku NATOyê di vê pêvajoyê de da girîng e."
Stoltenberg jî da zanîn ku bûyerên li iraqê diqewimin herî zêde bandorî Tirkiyeyê dike û ji bo piştgiriya ku NATO dide nîşan bidin li vir in.
Stoltenberg destnîşan kir ku NATO her dem amade ye ku Tirkiyeyê biparêze û got ku li herêmeke wiha krîtîk de endamekî NATOyê yê wekî Tirkiyeyê hêzdar heye û ev yek jî ji bo NATOyê şensek e.