DAVOS
Sekreterê Giştî yê NATOyê û Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê berê Javîer Solana beşdarî Foruma Aboriyê ya Dinyayê ya ku li Dawosê tê lidarxistin bû û li vir pirsên nûçegihanê AAyê yên der heqê şerê li Sûriyeyê de bersivandin.
Solana destnîşan kir ku Konferansa Cenewre-2yê der heqê Sûriyeyê de geşedana herî girîng e û ji bo çareseriyê divê xebat û hewldanên zêde bên kirin.
Solana got ku divê her kes piştgiriyê bide çaresiyê û wiha dewam kir:
"Li gor min peymana herî girîng a ku dê li Konferansa Cenewre-2yê bê çêkirin agirbest e, qet nebe dê li hin herêmên Sûriyeyê wiha be. Ev jî qet nebe dê ji bo jiyan û mal û hebûna gelê Sûriyeyê bibe derfetek."