ÎSTANBUL
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SNHR) yekîneyên rejîmê êrîşî heremên ku di destê muxalifan de ne kir. Di encama êrîşên ji hewa û bejayê de li berbajarê Şamê 21, li Helebê 10, Hama 7, Dera 6, Xûmûs 5, Îdlib 2 û li Deyrûz-Zorê kesek hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nav kesên mirine de 12 leşkerên Artêşa Azad ya Suriyeyê jî hene û 9 kes jî bi êşkenceyê hatine kuştin.
Di aliyê din de ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA jî ragihand ku yekîneyên rejîmê di operasyonan de gelek komên biçek ji holê rakirine û wesaîtên wan jî îmha kirine.