"Dîmenên ku di wêneyan de tên dîtin ne tu tiştek in, min dîmenên ji van dijwartir dîtin. Esed di êşkence û zilmê de bê sînor e."
Serbazekî sûriyeyî yê ku xwe spartiye Tirkiyeyê ji bo wêneyên êşkenceyê yên li Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Dîmenên ku di wêneyan de tên dîtin ne tu tiştek in, min dîmenên ji van dijwartir dîtin. Esed di êşkence û zilmê de bê sînor e."
Serbazê ku berê di Artêşa Sûriyeyê de bi wezîfedar bû piştî ji rejîmê veqetiya ye tevî komên muxalif bûye û li wê derê heta demekê fermandarî kiriye. Lê ji ber nexweşîna zarokên xwe 6 meh berê tevlî xanim û 5 zarokên xwe ve xwe spartiye Tirkiyeyê. Serbaz niha li Osmaniyeyê di înşeata de dixebite û diyar kir ku dema ku ew di leşkeriyê de wezîfedar bû, şahidiya gelek êşkencayan kiriye û zilm û zora ku hatine kirin bi çavên xwe dîtiye.