ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu beşdarî weşana CNBC-e û NTVê ya hevpar bû û pirsên derbarê rojevê de bersivand.
Davutoglu diyar kir ku di roja ewil a Konferansa Cenevre-2yê de helwesta rejîma Sûriyeyê û mixalifan ji bo me nebû sûprîz. Me wisa dît. Lê di konferansê de eşkerebûna alîgiran girîng e.
Davutoglu bi bîr xist ku bi hewildan, dîplomasî û pêşengiya Tirkiyeyê her du alî hatin bal hev û axaftina Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîmî rewş eşkere kir.
Davutoglu bal kişand ku duh ji devê Muallîmî tu têgeheke erênî derneket. Ji bilî Rûsyayê hemû welatên din tawanbar kir. Ev axaftina wî ji bo kesên ku hê ji rejîmê hêvîdar in re her tişt eşkere kir û hêviyên her kesî şikênand. Ev jî baş bû. Sibê her du alî dê dest bi hevdîtinan bikin.