Gelê herêma Havîce û Riyada ku di kontrola DAEŞê de ne, li ser agahiyên wek dê artêşa Iraqê operasyonê bibe ser herêmê, malên xwe terk kirin. Gelê herêmê naxwaze di nav şerê DAEŞ û artêşa Iraqê de, asê bibe û ji ber vê yekê jî koçî herêmên di kontrola pêşmergeyan de ne dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda, gelê herêma Havîce û Riyada ku 45 kîlometre dûrî Kerkûkê ye, ji herêmê koç dike. Gel, ber bi herêmên ewle yên li aliyê bakûr ve koç dike. Yên ku wesayitên wan hene bi wesayitan yên ku wesayitên wan tunene jî bi piya ber bi herêmên ewle ve diçin. Jin bi xwe re betanî û kilîman jî dibin. Rewşa gel balê dikşîne û zarok jî westiyayî xuya dikin.
-Kampa penaberan hat çêkirin
Kesên ku ji herêma şer revîn û hatin herêma Meryembega di kontrola pêşmergeyan de, li hêviyêne ku wan bigrin Kerkûkê. Hêzên ewlehiyê destûrê nadin ku penaber derbas bibin. Penaber jî niha di konên bi derfetên xwe vegirtin de dijîn. Li herêma Meryembegê kampeke berwext hat avakirin. Niha malbat di wesayît û konên ku bi derfetên xwe vegirtin de dijîn. Avê jî ji bîra nêzî herêmê dikşînin.
Hasan Şukurê ku digel malbata xwe ji Havîceyê koç kir got ku ji bo nebin hedefa êrîşên hewayî ji herêmê koç kirin.
Casim Xidirê ji Reşada herêma Kerkûkê hat got ku ji bo di nav şerê artêşa Iraq û DAEŞê de asê nemînin ji herêmê koç kirin. Xidir got ku xanima wî û her du zarokên wî nexweş in û dixwazin ku derbasî Kerkûkê bibin.
Herwiha ji bilî kesên ji Havîce, Riyad û Reşadê direvin ên ji çiyayên Hemrînê jî direvin xwe dispêrin Kerkûkê. Selîme Qadira ku 16 roj berê ji çiyayên Hemrînê koç kir, wiha axivî: "Em di rê de perîşan bûn. Niha jî Kerkûk me nagre hundir. Li vir em cardin perîşan bûn. Em dixwazin pêşmerge û rêvebiriya Kerkûkê destê xwe dirêjî me bike, alîkarî bide me."
Herêma Havîce, Riyad û Reşadê ya ser Kerkûkê di hezîrana 2014an de ketibû destê DAEŞê. Li herêmê gelê sunî yê ereb dijî. Tê gotin ku rewşa gelê li herêmê ne baş e.