Li Sûriyeyê ji avakirina eniya Nûsra û DAEŞa rêxistina terorê vir ve, 4 hezar û 563 kes mirin.
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) "Li Sûriyeyê ji roja ku li heremê eniya Nûsra û DAEŞa rêxistina terorê hat avakirin vir ve, li herêmê hezar û 506 sivîl, 3 hezar û 57 çekdar bi tevahî 4 hezar û 563 kes mirin."
-DAEŞê 4 hezar û197 kes kuştin
Di raporê de hat destnîşan kirin ku, ji avakirina DAEŞê vir ve li Helebê 66 jê zarok û 61 jî jê jin bi tevahî 479 kes; li Dêra Zorê 25 jê zarok û 21 jî jê jin bi tevahî 233 kes, li Hasekê 36 jê zarok û 31 jî jê jin bi tevahî 143 kes hatin kuştin. Bi tavahî hejmara kesên ku li herêmê hatin kuştin hezar û 231 kes in.
Di rapora ku hat weşandin de hat diyarkirin ku ji bilî jin û zarokan li herêma Dêra Zorê 152, li Helebê 110, li Îdlibê 237, li Reqayê 138 bi tevahî 2 hezar û 966 kesên çekdar kuştin.
-Eniya Nûsrayê 366 kes kuştin
Herwiha di raporê de hat ragihandin ku ji avakirina "eniya Nûsra" vir ve li Hamayê 6 jê zarok û 20 jî jê jin bi tevahî 82 kes, li Xûmûsê 14 jê zarok û 12 jî jê jin bi tevahî 53 kes, li Îdlibê 3 jê zarok û 10 jî jê jin bi tevahî 48 kes hatin kuştin. Herwiha li giştiyê Sûriyeyê bi tevahî 275 kes hatin kuştin.
Hejmara yên çekdar jî wiha ye: "Li Helebê 33 kes, li Îdlibê 28 kes, li Şamê 10 bi tevahî 91 kes hatin kuştin."
Hat ragihandin ku di raporê de derbarê nasname, cihên ku lê hatin kuştin, dîroka kuştina wan, sedema kuştinê, wêne û dîmen jî hene.