ŞAM
Li gor agahiyan artêşa Sûriyeyê li Şamê bi bombeya warêlê êrîşî nexweşxaneya li Kampa Penaberan a Yermukê ya ku filistînî lê dimînin kir.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê da hat diyarkirin ku firokeyên artêşê bi bombeya warêlê êrîşî nexweşxaneya li Kampa Penaberan a Yermukê ya ku di destê mixalifan da ye kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di encama êrîşê da di nexweşxaneyê da zirareke mezin çêbû û hin ambulans jî dîtin, lê agahî nehat dayîn ka gelo mirî û birîndarî hene an tunin.
Wek mayîn Komisyona Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKHS) diyar kir ku hêzên Esed bi rokêtan êrîşî herêma Reycaya ku li Yermukê ye kirin.
Kampa Yermukê li başûrê Şamê ye û 3 sal e di dorpêça hêzên rejimê da ye. Li kampê ji vir hefteyek berê di navbera milîtanên DAEŞê û hêzên Eknaf Beytu'l-Maqdîsê da şer derketibû. Çavkaniyên herêmî diyar kiribûn ku DAEŞê piraneya kampê hildan bin kontrola xwe.