Serokatiya Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Diyarbekirê ji bo protestokirina bûyerên ku li Cizîra navçeya Şirnexê qewimîn, meşiya.
Koma ku li ber avahiya bajêr a DBPyê civiya û heta avahiya bajêr a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) meşiya û di dema meşê de dşirûşmeyên kurdî û tirkî berz kirin.
Di dema meşê de ji otobêsa partiyê gelek caran hişyarî hat dayîn ku kesên rûpoşkirî rûyên xwe vekin.
Ji komê hin kesan kevir avêtin polêsan li ser vê yekê rayedarên partiyê ketin navbera wesayîtên polêsan û komê de ku kevir neyên avêtin.
Hevserokbajara DBPyê ya Diyarbekirê Hafîze Îpek di otobêsa partiyê de axivî û li ser geşedanên ku van demên dawîn li Cizîrê diqewimin sekinî.
Îpekê diyar kir ku Cizîr bi hin kuştinan dîsa hat rojevê û got "Dixwazin ku li Cizîrê lîstikekê bilîzin. Li navçeyê zarok li ber çavê her kesî bi guleyan tên qetilkirin. Li navçeyê di bûyerên dawîn de 5 zarok mirin."
Îpekê qal kir ku tu kesê xwedî wijdan nikare vê yekê qebûl bike û wiha axivî: "Di heyameke ku lijneya KCDyê bi gel re hat bal hev û peyam û hişyariyên ku Ocalan der barê pêvajoya çareseriyê de ragihandin gel de Nîhat Kazanhanê 12 salî hat kuştin û ev yek jî di maweyeke wiha de gelekî balkêş e. Ev yek nîşan dide ku hin kesê dixwazin ku şehtê li pêvajoyê bidin, di dewrê de ne."
Serokbajarê DBPyê Alî Şîmşek jî bi kurdî axivî.
Kom pişt re bê bûyer belav bû.