Komek ji bo 8emîn salvegera mirina rojnamevan Dînk ji Taksîmê heta ber rojnameya Agosê meşiya û Dînk bi bîr anî.
Kesên di komê de ji bo ku Hrant Dînkê ku 8 sal berê di êrîşa li ber rojnameya Agosê ya ku berpirsyarê weşana wê ya giştî bû, hat kuştin bi bîr bînin li ber Otêla Dîvanê kom bûn û ji Kolana Ergenekonê derbas bûn û heta ber rojnameya Agosê meşiyan.
Digel xanima Hrant Dînk, Rakel Dînk û endamên malbata Dînk, Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Arîkarên Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu û Şafak Pavey, parlementerên HDP û CHPyê, bavê Berkîn Elvanê ku di bûyerên Geziyê de mir, Samî Elvan û diya Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û Serokê Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan Mûstafa Yeşîl jî beşdarî meşê bûn.
Di meşa heta ber rojnameya Agosê de di destê kesên komê de dovîzên ku li serê "Gelên ku li ber xwe didin dê serbikevin", "Em hemû Hrant in, em hemû ermenî ne", "Em dê nedin jibîrkirin û hesaba wî bipirsin" nivîsîbûn hebûn û kesên di komê de dirûşmeyên curbicur berz kirin.
Hat dîtin ku pankartên wekî "Em vir in ahparig" û "Dostên Hrant bi Hrant re rû bi rû bin, bi qirkirinê re" nivîsîbûn daliqandin avahiya ku rojnameya Agosê tê de ye.
Komekê jî di dema meşê de ji bo ku navê Kolana Ergenekonê wekî "Kolana Hrant Dînk" biguherînin, kampanyaya îmzeyê da destpêkirin.