Rûspiyê civaka ermeniyên li Kanadayê Raffî Bedrosyan daxuyand ku peyama Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a sersaxiyê tevgereke erênî bû.
Bedrosyan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku pirsgirêka di navbera Tirkiye û Ermenistanê bi diyalogê ve dikare bê çareserkirin û wiha got: "Peyama Birêz Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a sersaxiyê tevgereke erênî bû. Ji tevgerên hikûmetên berê cudatir bû û destpêkeke nû bû."
Kanada ji wan welatan yek e ku dîasporaya ermeniyan li wir pir bi xurt e. Bedrosyan daxuyand ku ermeniyên dîasporayê dibêjin ku ev gav têrê nake û wiha axivî:
"Kîjan gav bê avêtin bila bê avêtin, ew ê bibêjin têrê nake. Lewra ji bo kesên ku hîn bûyerên sala 1915an difikirin êş nayên jibîrkirin. Birêz Ahmet Davutoglu jî peyamek dabû û gotibû ku 'Dîasporaya ermeniyan, dîasporaya me ye'. Ev tevger jî ji tevgerên hikûmetên din cudatir e. Ez hêvî dikim ku ev peyam di gotinê de nemînin û rastiyên dîasporayê rast bên fêmkirin û her du alî bi empatiyê nêzîkî hevdu bin."
Bedrosyan got ku medya dîasporayê li Tirkiyeyê xirab dide nîşandan û wiha axivî:
"Ev zarokên Anadoluyê ne. Neviyên malbatên Anadoluyê yên ku bi mucîzeyê ve li dû wan sax mane ne. Mixabin ji bo ermeniyên dîasporayê ev êş wisa mezin e ku hê bûyerên sala 1915an difikirin û li wê demê de dijîn. Naxwazin bi awayekî rastîn bigihên îro û bi tirkan re bikevin têkiliyê. Ji ber vê jî welatên din dixin navbera xwe. Li gor min ev tevgera ne rast e. Bi ya min divê bi tirkan re rasterast ev êş û ev rastî bên axaftin. Divê mirov qebûl bike ku piştî bûyerên 1915-1916an ermeniyên ku bi rûsan re hatin, ji bo ku heyfa xwe hildin êrîşê gundên tirkan û kurdan kirin. Ji herdu aliyan jî mirîn û kuştin çêbûn. Heke ermenî û tirk rûnên û van pirsgirêkan biaxivin, hewcedariya xebatên dîasporayê dê nemîne."
- “Bila navê Deriyê Êrîvanê bibe Deriyê Hrant Dînk”
Bedrosyan daxuyand ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Ermenistanê çi dibin bila bibin, divê deriyên sînor her tim vekirî bin û wiha got:
"Bila navê Deriyê Êrîvanê bibe Deriyê Hrant Dînk. Lewra yê ku herî zêde aştî û diyalog dixwest ew bû."
Bedrosyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi ya min Birêz Erdogan heke di 100emîn salvegera bûyerên sala 1915an de peyameke zêde wêrek bide, herdu welat dê bêtir nêzîkî hevdu bibin û rewşa ku 100 sal e ber bi xirabiyê ve çûye, dê piştî vê bêtir ber bi başiyê ve here."