E.O
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (TRT) da zanîn ku piştî teşebûa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) navê Studyoya Nûçeyan a Nû ya ku di xizmetên nûçeyan de dihat bikaranîn wekî "Studyoya Gel a 15ê Temûzê" hat guhertin.
Ji Midûriya Giştî ya TRTyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat bibîrxistina ku yek ji hedefên teşebîsa derbeyê ya xaîn a ku wekî rûpeleke repîreş ket nav dîroka demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî TRT bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gel bi wêrekiyeke mezin û biryardarî i welêta xwe û TRTyê xwedî derket, dijî tarîtiya ku armanca teşebûsê bû bersiva hewcedar da û wiha hat gotin: "Ez bi vê wesîleyê car din spasiya gelê xwe yê ezîz dikin û bi rêzdarî ji bo raya giştî radigihînin, bi biryara ku Lijneya me ya Birêvebirinê îro sitand navê Studyoya Nûçeyan a Nû ya ku di xizmetên nûçeyan a TRTyê de tê bikaranîn wekî 'Studyoya Gel a 15ê Temûzê' hat guhertin."