ANKARA
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu re name şand û xwest ku bila tundî û êrîşên li ser rojnamevan û nûçegihanan bisekinin û got ku armanca me û ya hemû rojnamevanan ew e ku bûyerên tundiyê yên ku li Xezeyê diqewimin ragihînin dinyayê.
Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk di nameya xwe de bal kişand ser mirina rojnamevanan û êrîşên ku li ser nûçegihanên tên kirin û wiha got: "Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku li ser Xezeyê ku di 7ê tîrmeha 2014an de destpêkirin heta niha 8 rojnamevan mirin û 14 rojanmevan jî birîndar bûn. 13 malên rojanamevanan hatin bombekirin, êrîş li ser wesaîta rojnamevan û nûçegihanan û navendên çapemeniyê hatin kirin. Di encama êrîşên we de nûçegihanên Anadolu Agencyê û buroya me ya Xezeyê jî zirar dît. Di saetên ewil ên agirbesta ku di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de di 1ê tebaxê de ji bo 72 saetan hat îlankirin de leşkerên we êrîşî tîma me ya li Xan Yûnisê kirin. Di êrîşê de kameramanê me birîndar bû û hevalên me ji êrîşa tankan xilas bûn. Hefteya borî jî kameramanê me Enes Ebû Mûaylik rastî êrîşê hat û ji piyê xwe birîndar bû. Dermankirina xebatkarê me li Stenbolê didome. Lê birîna wî bûye sedama aciziyên mayînde."
Ozturk di nameya xwe de êrîşên ku li ser ofîsa AAyê ya Xezeyê hat kirin bi bîr xist û wiha got: "Ofîsa meya Xezeyê li ser hişyariyan bar kirin dereke din, kordînatên ciyê nû ji hêla yekeyên we ve dihat zanîn, lê dîsa jî ji bo fuzeyên we bû hedef."
Ozturk destnîşan kir ku Îsraîl ji bo rojnamevan û nûçegihanên ku li herêmê dixebitin astengiyê derdixe û wiha got: "Mijareke din jî ew e ku hûn hişyariyê didin rojnamevanan ku herêmê biterikînin. Ji ber van tiştan em hikûmeta we şermezar dikin."
Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk diyar kir ku parastina nûçegihan û rojnamevanan di peymanên navneteweyî de cî digire û wiha got: "Li gor peymanên navneteweyî divê di her şert û mercî de rojnamevan werin parastin. Armanca me û ya hemû rojnamevanan ew e ku bûyerên ku li Xezeyê diqewimin ragihînin dinyayê."
Kemal Ozturk di berdewamiya nameya xwe de wiha got: "Tişta ku li Xezeyê diqewime û em şahidiya wê dikin mirina zarok, jin û kesên mesûm e. Em xwedî biryar in ku bomberandina li ser dibistan, mizgeft û nexweşxaneyan ragihînin dinyayê. Daxwaza me ji we ew e ku hûn tundiya li ser rojnamevanan rakin û kesên berpirsiyar darizînin. Heke wisa nekin di qada hiqûqa navneteweyî de hûn sûcdar in."