2015 ж. 17 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 17 қыркүйек
Li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê komeke ji gelekê wan ciwanan pêk tê û qasî 500 kesî li parka Faelledê kom bûn û bi bedenên xwe ve nivîsa "Refugees welcome/Hûn bi xêr hatin penaber" nivîsandin.
Komê li ser medyaya civakî bi navê "Refugees Welcome Photo" komek ava kir û bang kir ku li parkê hevdu bibînin. Pişt re hatin li cem hev û ev dîmen derxistin holê.
Lalah Sîteza ku ji yek endama komê ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Mirov ji derve Danîmarkayê welatê herî nijadperest ê Ewropayê dibînin. Li hember siyasiyan me jî xwest ku em nîşan bidin Danîmarkayê deriyên xwe penaberan re vikirin."
Julîe Frankê jî wiha got: "Me îro wêneyek kişand û heta ku ji destê me tê em dixwazin nîşanî gelek mirovan bidin. Bi vî awayî mirovê bikaribin bibînin ku gelê danîmarkayê çiqas ji hikûmeta xwe aciz in."