Duyemîn yekîneya pêşmergeyan a ku ji 150 pêşmergeyan pêk tê yên ku dê biçin Kobanêyê ji baregeha li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê derketin rê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xistin yekîneya ku dê şûna pêşmergeyên ku li Kobanêyê bigire di bin bergiriyên ewlehiyê yên berfireh de ji baregeha xwe veqetiya. Pêşmerge bi konvoya leşkerî ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ve derketin rê. Welatiyan hezkirina xwe nîşanê pêşmergeyan da. Tê payîn ku pêşmerge bi balafirê derbasî Şanliûrfayê bibin.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer dabû zanîn ku pêşmergeyên ku piştgirî didin komên kurdan ên ku li Kobanêyê li dijî DÎŞIya rêxistina terorê şer dikin, westiyan û ji ber vê yekê biryar dan ku yekîneyê biguherînin.
Birêvebiriya Herêma Kurdistanê di 28ê cotmehê de 150 pêşmerge şandibûn Kobanêyê. Pêşmergeyên ku ji Sirûca navçeya Şanliûrfayê derbasî Kobanêyê bibûn piştgirî didin komên kurdan ên ku li Sûriyeyê li dijî DÎŞIyê şer dikin.