BERLÎN
Rêberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Sûriyê Salih Muslim diyar kir ku him hevaltiya Tirkiyê him jî dijminatiya Tirkiyê gelek girîng e û wiha got: "Em dixwazin di pêşeroja Sûriyê de cih bigrin, ji bo vê jî em girîngiya Tirkiyê dizanin. Ji bo vê jî me di serî de got ku diyalog girîng e. Li gor min Tirkiyê jî di demên dawî de polîtîkayên xwe guherandin. Heta niha me li Îstanbulê du hevdîtin kirin. Em dixwazin ev hevdîtin bidomin."
Salih Muslim li Berlîna Almanyayê beşdarî organîzasyonekê bû û li wir daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Muslim der barê îdiayên ku li Sûriyê çekên kimyewî hatine bikaranîn de wiha axivî: "Me hêj 3 meh beriya niha got, di bûyera li mala welatiyekî ereb de çekên kimyewî hatin bikaranîn lê tu kesî guh neda me."
Muslim got ez bawer nakim Esed, dema ku komîsyona lêkolînê li wir çekan bi kar bîne û wiha dewam kir: "Ez bawer nakim ku evqas bêaqil bin. Lewra Komîsyona Lêkolînê ya neteweyên yekbûyî li wir bû. Li gor min divê ev jî bê lêkolînkirin.
-Îdiayên ku koçkirin hatiye qedexekirin
Ji Muslim hat pirsîn ku 'gelo ji herêma kurdan ya Sûriyê derketina welatiyan hat qedexekirin an na?' Muslim wiha bersiv da: "Ev ne qedexe bû. Lê koça dawî gelek bêserûber bû. Ji nişkê ve çêbû û di rojekê de nêzî 10 hezar kesan berê xwe dan Rojavayê. Ev ji bo Rojavayê jî bû pirsgirêk. Me jî xwest ku em vê bixin nav pergalekê. Ji bo vê jî me tevdîr standin ku derbazbûn di nav pergalekê de bên kirin.
-Konferansa Neteweyî ya Kurdan
Muslim ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdan jî wiha axivî: "Ji konferansê du bendewariyên sereke yên kurdan hene. Ya ewil ew e ku kurd dixwazin nîqaş û nerehetiya di navbera partî û şexsan de bi dawî bibe. Ya duyem jî ew e ku kurd dixwazin êdî rê û rêbazeke wisa bê peydakirin ku rehettir li gel tirk, ereb û kêmnetewên din bijîn. Kurd dixwazin bi wan re di nav biratiyê de bijîn. Dixwazin ku ev mijar di kongreyê de bên axaftin û bên sazkirin.
-Gelo deriyê sînor vekirî ye an na?
Muslim diyar kir ku navbera wan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal gelek xweş e û got: "Em ji roja ewil heya niha dibêjin, deriyê sînor vekirî ye û bila tu kes di ser vê re siyasetê neke. Pêwendiyên me û yên PDKê gelek baş in û 3-4 roj beriya niha ez û Barzanî, em hatin bal hev û me hevdîtineke xweş kir."