RÎZE
Serokwezîr Erdogan wiha got: "Azadî nayê wê wateyê ku mirov çi bixwaze dê bikare bike. Azadî ew e ku mirov bikare bi tenê li qada şexsî bi dilê xwe tevbigere. Lê li qadên hevpar hin berpirsiyariyên her kesî hene. Dema we mudaxeleyî qada yekî din kir, wê demê dê tevlihevî çêbibe û civak dê bikeve nav hev. Ji bo vê, divê her kes ji maf û azadiyên welatiyên din re bi hurmet be."
Serokwezîr Erdogan li Rîzeyê bangî gel kir û di hedefa wî de zanîngeh hebûn. Erdogan wiha pê de çû: "Zanîngeha ku hay ji demokrasiyê tunebe û dijminê cil û berg û kevneşopiyên xelkê xwe be, encax bikare robotan çêke. Jixwe li wir jî encax robotê bigihêjin."
Erdogan der barê bûyerên li Misrê de jî zanîngeh rexne kirin û wiha dewam kir: "Min hêvî dikir ku dê dengê zanîngehan bilindtir derkeve. Zanîngeh cihê ilmê ne û divê li hemberî rewşa Misrê bi dengekî bilind protesto bihatana kirin. Bê deng mayîn webalekî mezin e. Ji aliyê din ve, bila her kes bizane ku êdî piştî niha bertek nîşandayîn jî bi kêrî tiştekî nayê û tu wateya wê jî tuneye."
Erdogan dest nîşan kir ku Muhemed Mursî ji sedî 52 deng standin û wiha got: "Tevî vê, hin kes dibêjin Mursî jî xeletî kirin û dilê xwe wiha rehet dikin. Ewna durû ne. Jixwe di wextê de Menderes jî sûcdar kirin û bi derbeyê êxistin. Hewl dan ku derbeyên 12ê Îlonê û 28ê Sibatê jî weke meşrû nîşan bidin. Niha jî ji min re dibêjin dîktator. Heke ez dîktator bûyam, yê ji min re digot dîktator, min ê ew bi dar ve kira."
Serokwezîr qala zilma li Sûriyê jî kir û got: "Yên ku dixwazin dîktatoran bibînin, bila li Sûriyê binêrin. Dîktatorê li wir ji 100 hezaran zêdetir xelk kuştin. Gelo li wir kesek ku dikare ji Esed re bêje dîktator heye. Bila her kes vê baş bizane."