ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê BDPê Selahatîn Demîrtaş, parlementer Ayla Akat Ata, Îbrahîm Bînîcî û Aysel Tugluk jî di nav de komek duh li ber Parka Uç Fîdanê kom bû.
Komê ji bo Abdullah Ocalan dirûşme avêtin û xwest ku ji wir heya avahiya BDPê ya li Kolana Gaziyê bimeşin.
Tîmên polêsan diyar kirin ku ji ber bûyerên li Suriyê, walîtiyê meş qedexe kirine û gotin bi tenê Serokê Giştî yê BDPê Selahatîn Demîrtaş û parlementer dikarin bimeşin. Polêsan paşê jî, ji bo ku kom belav bibe hişyarî dan.
Di vê navberê de ji komê hin kesan kevir avêtin tîman. Li ser vê yekê polêsan bi gaz û ava bi tazyîk mudaxele li komê kir. Kesên di komê de belavê kolanan bûn.
Serokê Giştî yê BDPê Selahatîn Demîrtaş der barê mudaxaleyê de wiha axivî: "Heta hûn li vir, ji bo BDPê û gelê Cêylanpinarê çalakiyan qedexe dikin, karên bêqanûnî yên li sînorê Suriyê ber çavê xwe qedexe bikin."
Demîrtaş li ber Parka Uç Fîdanê daxuyaniyek da rojnamevanan û xemginiya xwe ya ji ber bûyerên ku duh qewimîn anî ziman û got ji bo her kesî derbasî be.
Demîrtaş mudaxeleya polêsan wekî xefletê nirxand û got ku panzer û polêsên li vir bişînin li hember çeteyan û wiha dewam kir: "Heke hûn dewleteke hiqûqî bin û bi rastî ji alîgirên biratiyê bin û piştgirên pêvajoya çareseriyê bin bi panzer, polês û leşkerên ku we daniye li hember me, çeteyên komkujiyê dikin bidin rawestandin. Heke hûn bêjin em wan nadin seknandin dê berteka me her biçe zêdetir bibe. Heya ku em şirîkên vê qetlîamê dernexînin holê, em ê hûş nebin. Em ji vir piştevaniya xwe nîşanî gelê aliyê din didin."
Piştî daxuyaniyê komê li parkê çalakiya rûnîştinê da destpêkirin.
Polêsan diyar kir ku çalakî bê destûr e û hişyarî da komê. Li ser vê yekê komê bi keviran bertek nîşanî polêsan da û polêsan jî bi gaza îsotê kom belav kir.
Di vê navberê de parlementerên BDPê û rojnamevanên ku ji gazê aciz bûn çûn kafeteryayê.
Hat ragihandin ku di mudaxaleya yekem de 3 polês birîndar bûn û hin kesên ku bûyer derxistin hatin binçavkirin.