Elif Orhan
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Batmanê bi "Meşa Lenetkirina Terorê, Rêzgirtina Şehîdan û Meşa Yekîtiya Neteweyî" êrîşa ku terorîstên PKKyî li çolwarê bavçeya Kercewsê kirin hat lenetkirin.
Bi "Meşa Lenetkirina Terorê, Rêzgirtina Şehîdan û Meşa Yekîtiya Neteweyî" ya ku bi serkêşiya Platforma Bawerî û Ramanê bi piştgiriya gelek saziyên civakî yên sivîl hat lidarxistin êrîşa ku terorîstên PKKyî li çolwarê bavçeya Kercewsê kirin hat lenetkirin

Welatiyên ku li ber Navenda Dan û Sitandinê ya Batman Parkê civiyan bi alayên Tirkan ve dirûşmeyên "Lenet ji rêxistina proje re", "Hûn dê nekarin ku welat û biratiya me parçe bikin", "Tirk û Kurd bira ne, PKK qaleş e", "Ala nayê xwarê, bang bêndeng nabe, welêt parçe nabe", "Bila PKK qehr be", "Destê ku dirêjî esker û polêsan dibin bila bişkên" berz kirin û heta Parka Ataturkê meşiyan.

Di destê welatiyan de seranserê meşê alaya Tirkan a bi qasî 100 metro dirêj hebû.
Berdevkê Platformê Mehmet Ergîn piştî meşê axivî û got ku PKKya rêxistina terorê pêvajoya çareseriyê sabote kir û nîşan da ku alîgirê aştiyê nîne û xirakirina îstiqrara herêm û welatê didomîne.
Ergîn bi bîr xist ku bi siyaseta xendeqan îtibara PKKya rêxistina terorê nema û PKK êrîşên xwe yên ser hêzên ewlehiyê didomîne û bi êrîşa ku duh kir 8 esker şehîd kirin û destnîşan kir ku dê destê terora ku ne dîn, mirov, welêt, hiqûq û tu nirxê nas dike bê şikandin, kesên hewl didin ku tirsê belav bikin dê demek kurt de cezaya xwe bibînin.
Ergîn qal kir welêt ew qas mezin e û rêxistinên terorê yên ku ji mirovahiyê bêpar mane nikarin wê têk bibin, gel xwedî feraset û dirayeteke wisa ye ku bi lîstikên xaînan naxape.
Ergîn got rêxistinên terorê yên ku canê bi sedan mesûman sitandin û hêzên ku wan bi kar tînin çi dikin bila bikin dê negihêjin armanca xwe û rêxistin sabotekirina veberhênanên li herêmê didomîne.

Ergîn ev nirxandin kirin:
"Şeytanên gerdûnî û hevkarên wan ên xwemalî işç.şişpanibin ku piştî her çalakiyên terorê welatiyên vê welatê yên fedakar û xwedî feraset dê bêtir bibin yek, yekîtî û bihevrebûna xwe bêtir xurt bike.Tirkiye destê xwe dirêjî mezlûman dike, hember zaliman serî hildide û ji bo nîzameke cîhanê ya adil hewl dide. Li Sûriyeya ku cîhan zehf nabîne û ji nedîtinê tê û li welatên din ên mezlûm hewl dide ku rûmeta mirovahiyê xilas bike, hemû derfetên xwe yên madî û manewî derxist holê, mîhraqên gerdûnî yên hewl didin ku dersê bidin Tirkiyeyê bi saya şaxên taşeron ên hûndir dixwazin ku yekîtî û bihevrebûna me xira bikin. Hesabên ser îstiqrara Tirkiyeyê di rastiyê de ji bo kolekirina alema îslamê ye. Gelê me yê ku derbeya 15ê temûzê mehkûm kir muqtedîr e ku her cure teşebûsên teror û fitneyê jî têk bibe."
Ergîn destnîşan kir ku hember her cure mueyîde, derbe û bûyerên terorê dê gel bi yekîtî û bihevrebûnê bersiva herî baş bide û wiha axivî: "Serkeftin dê ya bawermendan be. Em li van axan hatin dinê û mezin bûn. Rih û bedenê me bi av, hewa û çanda vê axê gihaşt. Ev gelê ku bi havêyna îslamê re bûye yek bi îzna Xwedê dê wekî ku heta niha li van axan nav biratiyê de jiya dê ji niha pê ve jî di nav aştiyê de bijî. Kesên hewl didin ku me berî hev bidin bila vê bizanin ku dê tu êrîş yekîtiya mirovên vê axê xira neke. Her êrîş dê me bêtir bi hev ve girê bide."
Piştî u ji bo eskerên ku di êrîşa terorê de şehîd ketin dia hatin kirin û Sirûda Neteweyî hat xwendin meş xilas bû.
Serokbajêrê AK Partiyê Murat Gumuştekîn, Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Aydin Durmuş, Midûrê Ewlehiya Bajêr Alî Akkaplan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî meşê bûn.
Saziyên civakî yên sivîl û welatiyên ku li Sasona navçeya Batmanê jî hatin bal hev bi meşekî êrîşa PKKya rêxistina terorê şermezar kirin.