QAHÎRE
Li Misrê polêsan derdora qada Adewiyyê dorpêç kirin. Di vê qada li paytext Qahîreyê de alîgirên demokrasiyê li dijî derbeyê çalakiyan dikin.
Hêzên ewlekariyê bi zirxepûşan(panzer) li ser rêyên ku diçin qada Adewiyyê bi cih bûne. Ji hêzên ewlekariyê kesên ku cil û bergên sîvîl li wan in jî asayîşê bi rê ve dibin.
Wezîrê Karê Hundurîn yê Misrê duh ji bo ku çalakiyên protestoyê bên dawîkirin û qada Adewiyyê terk bikin, çalakvan hişyar kirin.
. Tê payîn ku çalakî bi hêz û zordestiyê bên bidawîkirin, lê ji ber vê jî gelek rêxistinên mafên mirovan yên li hundir û derveyê welêt hişyarî dan ku dê ev tevger bibe sedema gelek xetereyên nû.