BEXDA
Hêzên ewlehiyê yên li Îraqê komek rojnamenûsên ku dixwestin îro li Bexdayê li Qada Tahrîrê çalakiyan temaşe bikin, bin çav kirin.
Li gor agahiyan, ji bo ku rewşa ewlehiya welêt baştir be, hin çalakî wê li Qada Tahrîrê bên lidarxistin. Rojnamenûsên ku xwestin herin herêmê, ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û hêzên ewlehiyê dest da li ser wênegir û kamerayên rojnamevanan.
Hat diyarkirin ku artêş û polêsên Îraqê li qada ku wê lê çalakî bê lidarxistin jî bergeriyên ewlehiyê girtine.