ERBÎL
Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat gotin ku li ser daxwaza Wezareta Koçberan ji bo ku hewcehiyên penaberên sûriyeyî yên xwe spartin Iraqê bên bicihanîn, hikûmetê biryar da ku 15 milyar dînar alîkariyê bide.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku alîkarî dê bi destê Wezareta Koçberan bê belavkirin.
Di vê navberê de hat destnîşankirin ku hejmara penaberan gihîşt 180 hezarî.