Ji ber ku di rojên dawîn de êrîşên rêxistina terorê PKKyê zêde bûn, alîkariya ku ji bo penaberên sûrî tên komkirin jî evqas kêm bû.
Platforma Alîkariya Mirovî ya Şanliurfayê ji ber şerê Sûriyeyê her meh qasî 20 tiran alîkariyê dişîne derveyî sînor. Lê ji ber ku di rojên dawîn de êrîş zêde bûn, sazî ji bo komkirina alîkariyê zehmetiyan dikşînin.
Serokê Platformê Osman Gerem ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku saziyê di nav 3 salan de alîkariya bihezaran sûriyan kiri ye.
Gerem wiha axivî: "Heta niha me 10 hezar û 14 tir alîkarî teslîmî kesên hewcedariya wan heye kir. Me berê di nav hefteyekî de 5 tir alîkarî berhev dikir, lê niha ji ber bûyerên terorê em ancax tirekî kom dikin. Em li giştiyê Tirkiyeyê alîkariyê berhev dikin. Ji ber ku ewlehî tune em nikarin tiran bişînin rojhilatê û başûrê rojhilatê. Wesayîtan dişewitînin û ev jî dibe mirovan ditirsîne."