HATAY
Kizilay, ÎHH û Komeleya Destên Dost a Edeneyê ji Lazqiye û Îdliba bajarên Sûriyeyê re 2 tir çadir, nan, xwarin, xurek û kinc şandin.
Berpirsiyarê Belavkirina Alîkariyê yê Komeleya Tirkên Sûriyeyê Muhammed Komurcu di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji Kizilayê 50 kon û 5 hezar nan, ji ÎHHya Weqfa Alîkariya Mirovahiyê 400 metre xalîçe û ji Komeleya Destên Dost a Edeneyê jî 150 kolî xurek, 500 kolî komanî, hezar û 500 sako, hezar û 505 şal, 400 îşlig û 400 kolî jî amûrên qirtasiyeyê hatin şandin.
Komurcu destnîşan kir ku amûrên alîkariyê li erebeyên ku li wî aliyê sînor amade bûn bar kirin û li hewcedaran belav kirin. Komurcu got ku amûrên alîkariyê li Herêma Tirkmenan a Bayirbucaka li ser Lazqiyeyê û mirovên ku li dorberê Îdlibê dijîn hatin belavkirin.
Komurcu li ser navê welatiyên Sûriyeyê ji hemû xwedîxêran re sipas kir.