Serokatiya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê kampanyaya "Ez dicemidim, alîkariyê bidin" li dar xist û di çarçoveya vê kampanyayê de her roj ji bo penaberên sûriyeyî yên li Rihayê 20 hezar nanê sûriyeyî tê pehtin.
Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê di nav de bi piştgiriya 25 şaredariyên navçeyan kampanyaya bi diruşmeya "Zivistan sar e mirovan dicemidîne, biratiya Stenbolê merivan germ dike" hat lidarxistin û di çarçoveya kampanyayê de alîkariyên ku ji Rihayê re hatin şandin, li penaberan tê belavkirin.
Di belavkirina alîkariyan de 500 kes wezîfeyê dike û her roj alîkarî li hezaran penaberan tê belavkirin. Firûneke mobîl jî ji bo nanê rojane hatiye avakirin.
Serokê Platforma Alîkariya Mirovahî ya Sûriyeyê û kordînatorê belavkar yê kampanyayê Osman Gerem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di belavkirina alîkariyan de kes ji hev nayê veqetandin.
Gerem diyar kir, kesên xêrxwaz ji bo hewcedariyên penaberan alîkariyê didin û bi saya serê alîkariyan zivistan ji bo sûriyeyiyan rihet derbas bû.
Gerem daxuyand ku ew hewl didin ku li gor tema devê penaberan nan bipêjin û wiha dewam kir:
"Di çarçoveya kampanyayê de firûneke mobîl hat avakirin. Di vê firûnê de rojê nêzî 20 hezarî nanê Sûriyeyê tê pehtin. Nan tên pakêtkirin û ji birayên me yên sûriyeyî re tê şandin. Em kesên ku piştgirî dan kampanyayê re sipas dikin. Di pehtin û belavkirina nan de birayên me yên sûriyeyî jî alîkariyê didin."
Penaberan jî ji bo ku nan li gor tehma devê wan tê çêkirin kêfxweş in û ji Tirkiyeyê re sipas kirin.