Alîkara Serokê Giştî yê Ak Partiyê Oznûr Çalikê got bi min, teqez divê îdam dubare were nîqaşkirin"
Çalikê li Mala Mamosteyan a Mêrsînê li gel nûnerên saziyên sivîl ên bajêr beşdarî bernameya "Hevdîtinên Civaka Sivîl a Tirkiyeya Nû" bû.
Çalikê anî ziman ku wan her wext Mêrsîn bi awayekî xweş dianî bîra xwe, lêbelê bi kuştina Ozgecan Aslanê ve dilê herkesî şewitî û wiha domand:
"Em di sedsala 21emîn da nin lê mixabin bi awayekî xûnxarane keçeke me ye ciwan kuştin. Kuştina Ozgecanê dilê me hemûyan êşand. Em bi kiryareke dermirovî û gelek trajîk re rûbirû ne. Divê em bi awayekî zelal îfade bikin ku kesên ev kiryar kirin ne însan in."
Çalikê destnîşan kir, kuştina kesekî beramberê kuştina hemû mirovahiyê ye û divê li hemberî vê tevdîr bên stendin û dewam kir:
"Bi min, teqez divê îdam dubare were nîqaşkirin. Divê em sûcên ku li hemberî dewletê tên kirin bidin alîyekî, lêbelê heke kesek qesdê canê kesekî bike divê bizanibe ku canê wî jî dê were stendin."