NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji ber îdiayên ku li Sûriyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn bi lez kom bû û nêzî du saetan li ser vê mijarê guftûgo kirin.
Hat zanîn ku di civînê de pêşnûmaya daxuyaniya çapemeniyê hatiye amadekirin, lê ji ber îtirazên hin dewletan pêşnûma nehat parvekirin. Li ser vê Serokê Demsalê yê KENYê û Nûnerê Daîmî yê NYê yê Arjantînê Crîstîna Perceval daxuyanî da û diyar kir ku li ser daxwaza endaman, KENY bi lez kom bû.
Parceval got: "Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYê Jan Elîason agahî da endaman. Ez dikarim bibêjim ku endamên konseyê li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî di nav fikarê de ne. Li Sûriyê çi diqewime û ji bo ku ev baştir bê zanîn, divê rewş ji nêz ve bê şopandin. Endamên KENYê ji bo ku bûyerên li herêmê bi dawî bibin û agirbestê îlan bikin çi hewce be dike."
Elîson li ser navê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn derket ber çapemeniyê û agahî da.
Elîson diyar kir ku ji bo zelalkirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî divê lêkolîn bên kirin û got NY ji bo vê, bi Hikûmeta Sûriyê re di nav têkiliyê de ye.
Elîson wiha dewam kir: "Prof. Ake Selstrom û ekîba wî li Şamê ne. Em hêvî dikin ku hikûmeta Sûriyê ji bo lêkolînan destûrê bide. Ji bo vê divê riza wan jî hebe û ji bo ku şande bikare lêkolînê bike, divê li wê derê pevçûn jî tunebin."