Berdevkê Komiseriya Bilind a Penaberan a NYyê Adrîan Edwards di civîna ku li Ofêsa Cenewreyê ya NYyê hat lidarxistin de diyar kir ku qamp di 6ê tebaxê de hat valakirin.
Edwards destnîşan kir ku hezar û 700 malbat li qampê diman lê belê ji wan penaberan hin malbat çûn Silêmaniyê, hin malbat jî çûn Hewlêrê. Edward eşkere kir ku penaber li xwendegeh û mizgeftan hatin bicihkirin.
Milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hefeya borî bajaroka Mexmûrê bi dest xistibû lê belê hêzên Herêma Kurdistanê bajarok ji destê wan derxistibûn. Di şer de hin kesên di qampê de jî miribûn.
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li ser agahiyên ku dibêjin Qampa Mexmûrê hatiye valakirin û wiha gotibû: "Hin malbat dixwazin ku derbasî Tirkiyeyê bin. Bi xwe gelekê wan welatiyên me ne. Ji ber rewşên nebaş ji Hekariyê, Çelêyê, Qilebanê çûbûne wir. Ku ew paşda bên derê me her tim ji wan re vekiriye, dikarin sînor derbas bin."
Ji ber pevçûnan qamp bi destê NYyê ve hatibû valakirin lê belê hê nayê zanîn ku qampê careke din vebe an venebe.