ÎSTANBUL
Tê îdiakirin ku hêzên rejîma Esed li dorbajarê Gotaya Rojhilata li ser Şamê bi çekên kîmyewî komkujî kirin. Vê êrîşê, Qirkirina Helepçeyê ya ku di dîrokeke nêz de pêk hatibû bi bîr xist.
Rojhilata navîn, çekên kîmyewî cara ewil bi Komkujiya Helepçeyê nas kir. Komkujî di 16ê Adara 1988an de pêk hat. Di dema şerê navbera Îran û Iraqê de Serokê Dewleta Iraqê Saddam Huseyîn ji ber ku gelê kurd ji xwe re mûxalif didît, li dijî wan Qirkirina El Enfalê kir.
Di çarçoveya vê qirkirinê de gelek kurdên mûxalif hatin kuştin. Di sala 1988an de Îranê operasyona tearûzê ya ku bi navê "Tevgera Serfiraz-7"ê kir. Di dema vê operasyonê de li Helepçeyê serhildanek bi alîkariya hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku girêdayî Celal Talabanî bû, çêbû.
Bi vê serhildanê hêzên Îranê bi lez ber bi Iraqê ve kişîn. Li ser vê Saddam Huseyîn emir da Fermandarê Artêşa Iraqê yê Hêla Bakur Korgeneral Hesen el-Mecîd el-Tîkrîtî yê ku di nav gel de wek Kîmyasal Alî tê zanîn.
Di 16ê Adara 1988an de li asîmanê Helepçeyê 8 balafirên MÎG-23ê bombeyên kîmyewî li ser gelê Helepçeyê de barandin. Êrîşa ku tê de xaza sarînê hat bikaranîn, jin, zarok, kal û pîr jî di nav de herî kêm 5 hezar kesî can da û ji 7 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Bi piranî kesên ku ji vê êrîşa kîmyewî filitîn jî seqet man. Ji ber bandora vê êrîşê li herêmê piştî gelek salan jî hinek pitik seqet tên dinê.
Piştî ku çapemenî çû cihê bûyerê, encamên vê bûyera hovane a ku di dîrekek nêz de qewimî wê hingê hat fêhmkirin. Xaza bombeyên kîmyewî yên ku ji balafiran hatibûn avêtin li derdorê belav bûbû û kesên ku di bin bandora vê xazê de man can dan.
Dayikên ku pitikên wan li milê wan ji vê êrîşa kîmyewî reviyabûn di nav deriyan de tevî pitikên xwe can dabûn. Ajansên ku ji cihê bûyerê wêne dikişandin û pêşkeşî dinyayê dikirin wan demên ditezîn jî parve kirin.
Komkujiya Helepçeyê di gelek qîrîn, stran û fîlman de cih girt.
Li hember vê bûyerê gelek dewlet bê deng man. Piştî ku Amerîka ket Iraqê Kîmyasal Alî û Saddam Huseyîn bi vê komkujiyê hatin sûcdarkirin.
Dema ku darizandinê hêj dewam dikir Saddam Huseyîn di sala 2006an de hat daliqandin. Kîmyasal Alî jî di sala 2010an de hat daliqandin.