LONDRA
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Wîllîam Hagûe li ser îdiayên ku li nêzî Şamê êrîşên biçekên kîmyewî, hatine kirin, bang li Hikûmeta Sûriyê kir. Hagûe diyar kir ku ji bo lêkolînan divê Sûriye destûrê bide Neteweyên Yekbûyî. Hagûe wiha dewam kir: "Îngilîstan dê vê bûyerê di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de bîne rojevê."
Tê îdiakirin ku li Gûtaya Rojhilat û Gotaya Rojava yên Şamê hêzên rejîmê berdestê sibê êrîşên biçekên kîmyewî pêk anîn. Hagûe li ser van îdiayan got: "Tê îdiakirin ku hêzên rejîmê li nêzî Şamê biçekên kîmyewî êrîş pêk anîne. Di van êrîşan de jin û zarok jî di nav de bi sedan kesî can da. Ji ber van nûçeyan di ez nav xemgîniyê de me."
Hagûe diyar kir ku ev îdia hêj nehatine sererastkirin û lê ji bo rastiya van îdiayan agahiyên berfirehtir lazim in û wiha dewam kir:
"Heke ev nûçe bên sererastkirin, dê derkeve holê ku li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî derketiye asteke çiqas tirsnak. Kesên ku çekên kîmyewî bi kar anîne û ji bo bikaranîna wan emir dane bila bizanibin ku em ê li dijî wan xebatên xwe bimeşînin. Ez bangî hikûmeta Sûriyê dikim, bila ji bo lêkolînê destûrê bide ekîba Neteweyên Yekbûyî. Îngilîstanê vê mijarê di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de dê bîne rojevê."