QAHÎRE
Li gorî agahiyên nûçevanê AAyê bi dest xist hêzên ewlehiyê bi piştgiriya bivirdaran, gule reşandin û bi bombeya xazê mudaxeleyî çalakvanên li qada Rabiatul Adewiyeyê kir. Piştî mudaxeleyê 200 kesî can da, 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên nexweşxanê diyar kirin ku ji birîndaran 300 kes bi guleyên polêsan birîndar bûne. Hin kesan ji serê xwe, hinek kesan jî ji sînga xwe gule xwarine. Hejmara birîndarên giran gelekî pir e û ji ber vê fikar tê kirin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Ji hêla din ve malpera fermî 'portala Azadî û Edaletê' ya Partiya Azadî û Edaletê (HAP) îdia kir ku hin nîşandarên pispor li ser avahiya Fakulteya Dawetê ya Zanîngeha Ezherê, nîşan girtin û gule reşandin ser çalakvanan.
Li gorî xebera malperê palêsan bi dehan birîndarên ku birin nexweşhaneya sîgortayê jî derdest kirin.
Berdevkê Partiya Azadî û Edaletê Cihad el Haddad diyar kir ku polês nahêlên ambulans têkevine qadê û birîndaran bibin. Li qadê jî li ser hevdu ji bo xwînê bang tê dayîn û pêdivî bi melzemeyên mudaxeleya pêşîn heye.
Polês ji bilî qada Rabiatul Adeviyyeyê li gelek taxan mudaxeleyî çalakvanan dike. Midûrê Tenduristiya Îskenderiyeyê er-Rubî diyar kir ku li Îskenderiyeyê di pevçûnen navbera derbexwaz û derbenexwazan de 7 kes mirin, 270 kes jî birîndar bûn.