Li Misrê li gel 84 kesan nûçegihanê TRTê Metîn Turan jî hat tehliyekirin. Tê payîn ku di nav 2 rojan de kirariyên fermî xilas bibin û her 84 kes bên serbest berdan.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu diyar kir ku rojnamevan Metîn Tûranê ku li Misrê hatibû girtin tê berdan.
Davutoglu li ser hesaba xwe twîterê wiha got: "Metin Turan negirtî dê bê darizandin û serbest dê bê berdan. Ez jê re dibêjim derbazî be. Balyozê me mijarê ji roja ewil heta niha ji nêz teqîb dike û ji niha paşê jî dê bi heman awayî teqîb bike."