ŞAM
Berpirse Konseya Giştî ya Şoreşê ya Suriyê (SRGC), diyar kir ku Artêşa Azad a Suriyê (AAS) û Eniya Nusrayê, li navçeya Resulaynê di encama pevçûnên bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de deriyên sînor bi dest xistin.
SRGCê, da zanîn ku di navbera muxalîfên çekdar û hêzen PYDê de pevçûnên giran diqewimin û di encama pevçûnan de hin guleyên topa hawanê li navçeya Ceylanpinarê jî ketine.
Di vê navberê de Komîteya Kordînasyona deverî ya Suriyê (LCC), dest nîşan kir ku yekîneyên rejîmê, bi muşekan êrîşî herêma Bab Neyrîbê ya li ser Helebê kir 35 kes kuştin. Dîsa LCCê diyar kir ku yekîneyên rejîmê, bi muşekan erîşî herêma Xalîdiya li ser Humusê kirin û bi dehan xanî xerab kirin.
Ji hêla din ve Rêxistina Mafên Mirovan a Suriyê (SNHR), diyar kir ku li Suriyê hêzen rejîmê, di pevçûnên bi çekên giran de 120 kes kuştin.